Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî têkildarî hevdîtinên bi serokê YNKˊê Bafil Talebanî û nûnerê taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack re got ku “ev hevdîtin çêker û berhemdar bûn.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di nivîsên xwe yên li ser platforma Xˊê de diyar kir ku wî bi serokê Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re hevdîtineke bi kêrhatî û sûdmend pêk aniye.
Ebdî bal kişand ser girîngiya hevkariyê û got: “Em hevkariyê û xebata hevbeş ji bo pêşerojeke çêtir a gelê me bilind dinirxînin. Ev hevdîtin hevkariya hevbeş xurttir dike û pabendbûna me ya ji bo avakirina têkiliyên xurt û bi kêrhatî nîşan dide.”
Mazlûm Ebdî ragihand ku wî hevdîtineke din jî bi nûnerê taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack re pêk aniye. Di hevdîtinê de rewşa dawî ya herêmê, di nav de peymana 29’ê Çileyê jî hatiye nîqaşkirin.
Ebdî der barê hevdîtina bi Tom Barak re anî ziman ku: “Ev hevdîtin derfeteke baş bû ji bo pevguhertina nêrîn û fikrên li ser rêyên xurtkirina aramî û ewlehiyê li herêmê û xebata hevbeş ji bo rûbirûbûna kêşeyên ku gelê Sûriyeyê pê re rû bi rû ne.”



