Komîteya ‘Azadî ji bo Ocalan’ ya Başûrê Kurdistanê bi boneya salvegera banga Rêber Apo ragihand ku pêngava dîrokî ya Birêz Ocalan îfadeya hişmendiya rewşenbîrî û hêza siyasî ya rêberekî bû ku heta li nav tecrîda li Îmraliyê de jî karî hevsengiya siyasî ji bo aştî û demokrasiyê biguherîne
Komîteya ‘Azadî ji bo Ocalan’ ya Başûrê Kurdistanê bi boneya salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk, daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Di demekê de ku cîhan û herêma me di serdemeke jeopolîtîk a hesas û aloz re derbas dibûn, pêngava dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibata 2025’an de wekî projeyek stratejîk ji bo rizgarkirina gelên herêmê ji şer û bêîstîqrariyê derket holê. Ev pêngav ne tenê ji bo bêdengkirina çekan bû, di heman demê de îfadeya hişmendiya rewşenbîrî û hêza siyasî ya rêberekî bû ku di nav tecîrda li Îmraliyê de jî karî hevsengiya siyasî di berjewendiya aştî û demokrasiyê de biguherîne.
Di vê dema dijwar de, Birêz Ocalan careke din îspat kir ku nêrînên wî yên felsefî li ser ‘Neteweya Demokratîk’ mifteya çareserkirina krîzên kûr ên li Tirkiye û Rojhilata Navînin. Jêhatin û bandora wî wekî kesayetekî neteweyî, siyasî û civakî, di kişandina bala raya giştî ya Tirkiyeyê û civaka navneteweyî ber bi çareseriyeke aştiyane de roleke mezin lîst.
Di warê maf û dadperweriyê de, vê pêngavê komîteyên parlementoya Tirkiyeyê ber bi amadekirina çarçoveyek yasayî ya nû ve bir ku mafên çandî û siyasî yên gelê Kurd nas bike. Ev bersivek pratîkî ye ji bo normên hiqûqî yên navneteweyî û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên li ser ‘mafê hêviyê’. Li ser asta navneteweyî, vê pêngavê bandorek rasterast li ser parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê kir. Ji ber ku bi kêmkirina nakokiya bi Enqerê re, rê li ber diyaloga neteweyî di nav Sûriya nû de vekir û metirsiya şer ji herêmê dûr xist.
Ev xala werçerxê ya siyasî di demek krîtîk de pêk hat ku herêm bûbû qada pêşbazî û pevçûnên dijwar ên di navbera Amerîka û Îranê de. Pênagava Birêz Ocalan derfetên partiyên herêmî yên bikaranîna ‘karta Kurd’ sînordar kir û Kurdan wekî aktorên serbixwe yên xwedî projeyên aştiyê nîşan da.
Vê yekê ne tenê pozîsyona Kurdan di qada navneteweyî de xurt kir, di heman demê de wekî astengiyeke siyasî li dijî berfirehbûna şer û destwerdana derve jî kar kir.
Di dawiyê de, vê pêngavê îspat kir ku çareseriyek demokratîk li Tirkiyeyê û parastina saziya siyasî û çandî ya Kurd li Sûriyeyê; tenê bi nêrînek siyasî ya kûr ku Birêz Ocalan temsîl dike û wekî garantiyek ji bo aştiyek aram di berjewendiya hemû gelan de, dikare were bidestxistin.”



