MSD’ê pevguherîna dîlgirtiyan a li Siwêdayê erênî nirxand û diyar kir “Divê ev destkeftî wek bûyerekê tenê nemîne, pêwîst e li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê were belavkirin, bi taybetî di têkiliya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta veguhêz de.”
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî serbestberdan û pevguherîna dîlgirtiyan a li Siwêdayê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
“Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) pêvajoya serbestberdana dîlgirtiyan û pevguherîna wan a ku li parêzgeha Siweydayê pêk hat, bi dilxweşî pêşwazî dike ku li gorî daneyên pêbawer, ev pêvajo di bin çavdêriya Komîteya Navneteweyî ya Xaçê Sor de bi dawî bû; tê de 86 girtî hatin berdan (61 jê sivîl in ku vegeriyan Siweydayê û 25 vegeriyan Şamê), li beramberî vê yekê jî nêzî 30 endamên hêzên hikumetê yên ku li cem komên herêmî girtî bûn, hatin berdan.
‘Çareserkirina dosyaya dîlgirtiyan dikare bibe dergehê rêyên avakirina baweriyê’
Ev gav nîşaneke pratîk e ku tevî tevliheviya rewşa Sûriyeyê jî, pêkanîna destkeftiyên mirovî gengaz e. Her wiha tekez dike ku çareserkirina dosyayên hestiyar û di serî de dosyaya dîlgirtî û girtiyan, dikare bibe dergehekî rasteqîn ji bo kêmkirina rageşiyan û vekirina rêyên avakirina baweriyê.
‘Divê ev destkeftî li tevahiya Sûriyeyê were belavkirin’
Meclis destnîşan dike ku divê ev destkeftî wek bûyerekê tenê nemîne, lê belê pêwîst e li ser were avakirin û li seranserî erdnîgariya Sûriyeyê were belavkirin; bi taybetî di têkiliya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta veguhêz de. Ev yek jî bi rêya mekanîzmayên zelal ku berdewamiya pêvajoyên serbestberdanê misoger bike û dûrî nêzîkatiyên bijarte yan jî bikaranîna siyasî be.
Li ser vê bingehê, meclis bang dike ku dosyaya dîlgirtî û girtiyan wek pêşaniyeke neteweyî ya lezgîn were pejirandin. Her wiha bang dike ku pêvajoyeke berfireh û birêkûpêk ji bo pevguherîna girtiyan li hemû herêmên Sûriyeyê dest pê bike, da ku bibe alîkar di nêzîkkirina nêrînên sûriyeyiyan, nûkirina pêkhateya neteweyî de û ber bi veguhertineke erênî ve biçe ku aştiya navxweyî xurt bike û bingehekê ji bo qonaxeke nû ya ji lihevkirin û hevpariya neteweyî ava bike.”



