Di civîna PYD`ê de şêniyan xwest zarokên wan ên di destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de werin berdan û mafên gelê Kurd mîsoger bibin.
Ji rêveberiya PYD`ê Hediye Yûsif di destpêka civînê de pêşveçûnên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Rojava nirxandin.
Hediye Yûsiv got: “Ji bo vê pêvajoyê zanebûna siyasî tê xwestin û ji bo em deskeftiyên Rojava biparêzin divê gelê Kurd hevdû bigrin, xwedî yek helwestî bin û yekitiya xwe biparêzin. Her wiha li herêma me gelek pêkhate hene ku bi salan ku bi hev re dijîn. Divê em xwe ji aliyên dixwazin fitnê têxin navbera Kurd û Ereban biparêzin û destûr nedin şerê navxweyî çêbe.”
Der barê peymana 29`ê Çileyê de jî Hediye Yûsif wiha got: “Li Sûriyeyê divê entegrasyon û çareseriya siyasî ya demokratîk pêk were û hemû pêkhate mafên xwe bi dest bixe û beşdarî rêveberiyê bibin. Di hemû rewşan de Rêveberiya Xweser û QSD`ê dikarin aramiya herêmê biparêzin û hemû pêkhateyan biparêzin.”
Şêniyan di civînê de nêrînên xwe anîn ziman û xwest mafên gelê Kurd werin garantîkirin û esîrên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê werin berdan.



