Îranê bersiv da êrişên Amerîka û Îsraîlê yên ku duh dest pê kirin.
Bi sedan mûşek û dron avêtin baregehên Amerîkî li welatên Kendavê .
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê got, di êrişan de ti ziyan negihîştiye artêşê.
CENTCOM`ê li ser êrişên Îranê yên li ser baregehên Amerîkayê daxuyanî da.
Fermandariyê diyar kir ku zirar ser baregehên Amerîkî bi sînor e û bandor li operasyonan nekiriye.
Artêşa Amerîkayê diyar kir ku DYA`ê baregehên fermandarî û kontrolê yên Îranê hedef girtine.



