Meclisa Kongra Star a Dirbêsiyê daxwaza berdana şervanên ji aliyê komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve têne girtin kir û diyar kir ku divê ev pirsgirêk bi berpirsiyariya neteweyî û mirovî were çareserkirin.
Daxuyanî li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl ên jinan, ji aliyê rêvebera Kongra Star Rexed Şihada ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê hat gotin ku dîlgirtî û malbatên şehîdan sembolên rûmet û fedakariyê ne, lew ra jî dive mafên wan ên qanûnî û mirovî werin parastin.
Kongra Star bang li rayedarên têkildar kir ku kanalên diyaloga cidî û berpirsiyar vekin û bêyî derengmayînê ji bo çareserina rewşa dîgirtiyan û malbatên wan tevbigerin.
Çalakiya xwendina daxuyaniyê bi dirûşmeyên “Azadî ji girtiyan re” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.



