Îro, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî, şandeyeke hikûmeta demkî ya Sûriyê pêşwazî kir û li ser entegrasyonê nîqaş kirin.Fermandarê Asayîşê Mehmûd Elî ku jî di civînê de amade bû, wêne û agahiyên hevdîtinê li ser hesabê xwe yê Xyê belav kirin.
Hat diyarkirin ku şandeya hikûmeta demkî bi serkêşiya Ziyad Ayiş pêk hatiye.
Her wekî, Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed jî cihê xwe di civînê de girt.
Li gor Mehmûd Elî, di hevdîtinê de, awayê birêvebirina entegrasyonê li parêzgeha Hesekê hatiye gotûbêjkirin .
https://x.com/MehmudXelilEli/status/2028465656052486163?s=20



