Duh dengê teqînên mezin li Hewêrê hate bîhîstin.
Hate zanîn ku sê drone ji aliyê parastina hewayî ve hatiye xistin.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên jî eşkere kir ku Hewlêr rastî êrişên dijwar hatiye û bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin.
Ji despêka êrişan ve baregeha leşkerî yê Amerîka li Hewlêrê, rastî êrişên mûşek û dronên Îranê û dronên hêzên çekdar yên Iraqê ve tê.
Lê hemû drone û mûşek ji aliyê parastina hewayî ya hêzên DYA’yê ve hatine xistin.
Hêzên Eniya Berxwedana Iraqê ku nêzîkî rejîma Îranê ne, berpirsiyariya êrişên li ser baregeha leşkerî ya hêzên DYA’yê girtin ser xwe.
Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 dron û mûşekan hatiye hedefgirtin
Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Ziyad re axivî.
Di peywendiya telefonê de, Fûad Husên eşker kir ku Hewlêr û deverên din yên Iraqê bi êrişên dijwar re rûbirû mane û tenê Hewlêrê ji hêla zêdetirî 70 drone û mûşekan ve hatiye hedefgirtin.
Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah bin Zayed El Nehyan jî got, welatê wan bi nêzîkî 800 mûşek û dronan hatiye bombebarankirin.



