Amerîk-Îsraîlê êrişî girtîgeha Evîn a li Tehranê kir.
Beşek ji dîwarê girtîgehê rûxiya û agahî ji rewşa girtyan nayê girtin.
Rêxistina Mafên Mirov a Îranê ragihand ku vê sibehê Amerîka û Îsraîlê bi muşekan Girtîgeha Evîn ya li Tehranê û derdora Zanîngeha Îmam Hisên bombebaran kir.
Hat gotin di encama êrişê de beşek ji dîwarên girtîgehê hilweşiyane.
Di derbarê ziyanên êrişê de jî rêxistinê diyarkir ku heta niha ti agahiyek li ser hejmara qurbaniyên êrişê nehatiye belavkirin.
Vê yekê jî fikarên zêde li cem malbatên girtiyan çêkiriye.
Ji roja despêkê ya şer ve rewşa awarte li girtîgeha Evîn hatiye ragihandin, deriyên girtîgehê girtî mane û girtî di rewşek zehmet û metirsîdar de dijîn.



