Pakistanê ragihand ku di çarçoveya operasyona li dijî Efganîstanê de li Kabilê 464 kes hatine kuştin û 665 kes jî birîndar bûne.
Wezîrê Ragihandinê ya Pakistanê Attaullah Tarar li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê operasyona li Efganîstanê agahî da.
Tarar ragihand ku di operasyona li dijî Efganîstanê de bi giştî 464 kes hatine kuştin.
Rayedarek Pakistanî got li Kabilê 188 bendên kontrolê, 192 tank û wesayîtên zirxî hatine rûxandin.
Her wiha Rojnameya New York Times-NYT jî îddia kir ku artêşa Pakistan Baregaha Hewayî ya Bagram ku berê girêdayî Amerîkayê bû xistine.
Çavkaniyên li bajaroka Bagram jî gotin li baregehê saet 6’ê sibehê du caran dengê teqînan hatin bihistin.
Wezareta Parastinê yê Efganîstanê jî gotibû li dijî Pakistanê demeke guncaw bersiveke bidin.



