Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ragihand ku piştî êrişên hewayî yên Îsraîl û Amerîkayê, zirareke nû li deriyê tesîsa nukleerî ya Natanzê ya Îranê tespît kiriye.
Ajanê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê,
Zirarên nû li avahiyên li deriyê tesîsa dewlemendkirina sotemeniya nukleerî ya bin erdê ya Natanzê ya Îranê tespît bûne.
Ajansê da zanîn ku tu bandoreke radyoaktîf nehatin tesbîtkirin.
Tesîsa navborî di şerê Hezîrana 2025’an de zirareke mezin dîtibû.



