Yek ji eniyên din ên şer lê dijwar dibe Libnan e.
Hizbullah ragihand ku wan êrîşeke dronî li dijî kargehek ya parastinê ya Îsraîlê pêk aniye.
Di daxuyaniyekê de, Hizbullah got wan bi dronan êrişî navendekî şirketa parastinê ya Îsraîlê kir.
Ragihand ku ev yek weke tolhildana êrişîn li ser Libnanê pêk aniye.
Hûrguliyên êrîşê nehatine parvekirin, û hîn jî ji rayedarên Îsraîlê daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Îsraîl ji bo sivîlên li başûrê Libnanê: Em ê dest bi operasyonê bikin
Di vê navberê de, artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê operasyoneke leşkerî ya nû li başûrê Lubnanê bide destpêkirin.
Îsraîlê ji sivîlên li başûrê Çemê Lîtanî dimênin xwest ku tavilê herêmê vala bikin û ber bi bakurê çem ve biçin.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku avahiyên ku hêmanên Hizbullah tê de hene dê wekî “armancên rewa” werin hesibandin.
Her wiha hişyarî da ku ji bo ewlekariyê herêmê vale bikin.



