Li Kobanê bi merasîmeke bi heybet cenazeyên Şehîd Şîlan Kobanê û Karker Kobanê hatin oxirkirin.
Fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn Arîn Kobanê di merasîmê de axivî.
Arîn Kobanê got, şehadeta hevala Şîlan û heval Karker, berdewamiya berxwedaniyê ye.
Arîn tekez kir ku ew weke hêzên parastinê soza şopandina rêya şehîdan nû dikin .
Cenazeyên her du şehîdan di nav tîlîliyên dayikan hatin hildan û hatin spartin ji axê re.



