Dema Karwanê yekemîn ya Koçberên Efrînê ji bo vegerê diyar bû .
Fermandarê Hêzên Asayîşê Siyamend Efrîn li ser vegerê agahî dan û got:
“Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere.”
Siyamend Efrîn got, piştî serdana me bo Efrînê em radighînên ku pêvajoya vegera xelkên me yê koçber dest pê kir.
Hevdîtinên me yên rasterast bi şêniyên Efrînê re û guhdarîkirina daxwazên wan sedema sereke bû .
Siyamend Efrîn: Koma yekem ji 400 malbatan pêk tê
Efrîn piştrast kir ku koma yekem ji 400 malbatan pêk tê .
Siyamend Efrîn: Koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere
Bi gotina wî koma yekem 9`ê Adarê dê bi rê bikeve.
Koçber dê saet 10.00 sibihê li çerxerêya Panorama li bajarê Hesekê kom bibin.
Siyamend Efrîn: Hewldanên me heta vegera hemû koçberan dê berdewam bike
Her dawî Siyamend Efrîn tekez kir ku Hewldanên wan heya ku hemû koçber vegerin malên xwe .



