8’ê Adarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate pîrozkirin.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê coş û kelecana 8’ê Adarê bi pîrozbahiyan dewam dike. Gerîlayên jin bi boneya rojê şahiyek lidar xistin.
Gerîlayên YJA Starê bi straneke taybet a li ser 8’ê Adarê amade kirin û bi hûnandina porê hev dest bi şahiyê kirin. Di bin berfa narîn a li çiyayên Kurdistanê dibariya de bi hildana wêneyê Rêber Apo dirûşmên jinên ciwan yên gerîla wek “Bijî Serok Apo”, “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bilind bûn.
Gerîlayên Azadiyê bi pêxistina agir û gerandina govendê re şahiya xwe domandin.



