TEV-ÇAND’ê ji bo bibîranîna Hunermend Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo mûm vêxistin.
Îro 37’emîn salvegera koça dawî ya Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo ye.
TEV-ÇAND ji bo bibîranê li ber Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo stranên wî gotin û mûm vêxistin.
Hunermend Mihemed Şêxo di nava civaka Kurdî de li Kurdistanê bi hunera xwe tê naskirin.
Wî di 9’ê Adara 1989’an de li Qamişlo jiyana xwe ji dest da.



