Endamê Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) Kameran Osman,
li ser tevna xwe ya civakî agahiyên nû li ser liv û tevgera artêşa Tirk ya li Herêma Kurdistanê parve kir.MIX
Kameran Osman diyar kir ku piştî agirbesta yek alî ya PKK’ê, artêşa Tirk dest bi çêkirina baregeh û bendên kontrolê kiriye.
Kameran Osman got:
“3’yê Adarê leşkerên Tirkiye bendeke kontrolê li nava zeviyên Şîva Mêzya ya Gundê Keşanê ya ser bi navçeya Batîfa ya girêdayî Zaxo çêkiriye.
Leşker pêşiya gundiyan digire ku neçin nava zeviyên xwe.
Leşker tevgera welatiyan ya li herêmê sînordar dikin.”
Kameran Osman destnîşan kir ku her çende êriş û bomberdûmana artêşa Tirkiye ya li ser Herêma Kurdistanê sekinîbe jî,
Artêşa Tirkiye bê navber navend û baregehên xwe û serweriya xwe ya leşkerî ya li nava xaka Herêmê û Iraqê xurtir dike.



