Rêxistinên civaka sivîl ên Kurd ji ber şehadeta têkoşer Salih Muslim peyama sersaxiyê da û diyar kir “Mîrateyeke neteweyî û mirovî ya bêhempa û bîranînek li du xwe hişt.”
Di peyamê de hate gotin rêxistinên civaka sivîl ên Kurd, ji ber koça dawî ya têkoşerê mezin, Salih Muslim bi dilên tijî xemgînî, rêxistinên civaka sivîl sersaxiyên xwe yên kûr Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re dixwazin.
Di peyamê de hate bibîrxistin ku Salih Muslim piştî jiyanek ji bo têkoşîna mafên gelê Kurd û doza wan a dadperwer, roja Çarşemê 11’ê Adara 2026’an, li Hewlêrê ya Herêma Başûrê Kurdistanê, koça dawî kir û wiha hat domandin: “Mirovê nemir, kurê bajarê Kobanê yê bi îrade, modelek dilsozî û pabendbûna bi prensîbên azadî, rûmet û edaletê re bû. Bi wêrekî û bi biryardarî nasnameya Kurd û civaka sivîl parast. Mîrateyek neteweyî û mirovî ya bêhempa û bîranînek li dû xwe hişt ku dê nifşên pêşerojê di têkoşîna wan a ji bo maf û wekheviyê de îlhamê bide.
Bi koça dawî re, qada kurdî rêberekî neteweyî winda dike ku mîna wî kêm caran tê dîtin, rêberek ku îspat kir ku azadî bi biryardarî, berdewamî û fedakariyê nayê dayîn, lê tê bidestxistin.
Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku rehmê lê bike, bihuştê bide wî û sebir û aramiyê bide malbat û hezkiriyên wî. Bila ew di têkoşîna gelê me yê Kurd de hêz û berxwedanê bide.”
Rêxistinên peyam daye;
- Rêxistina Jeostratejîk a Civaka Sivîl ya Kurd
- Komeleya Jinên Kurd-Awistiryayî
- Civaka Kurd li Magdeburgê
- Kombûna Zanyarên Azad
- Civîna Kurdên Sûriyeyê li Rûsyayê
- Konseya Rojavayê Kurdistanê li Fransayê
- Komela Zozana ya Çand û Folklorê
- Tora Lêkolînên Jeostratejîk



