Supayê Pasdaran bi du dronan êrişî kampa pêşmergeyên Hizba Demkratîk ya Kurdistanê ya Îranê a li Dola Akoyan a Hewlêrê kir.
Li gorî agahiyan Supayê Pasdaran bi du dronan êrişî kampa pêşmergeyên Hizba Demokrat ya Kurdistanê ya Îran, ya li Dola Akoyan ya ser bi Îdareya Soran ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê kiriye.
Medya hizba demokrat jî êrişî piştrast kir û ragihand ku di encama êrişê ti ziyanek çênebûye.
Hêjayî gotinê ye duh bi şev jî bi dronan êrişî Kampa Zewî Spî ya malbatên Hizba Demokrat ya li sînorê navçeya Koye ya Hewlêrê hatibû kirin.
Li kerkûkê êrişî baregeha heşdî şeebî hat kirin
Her wiha medyaya Iraqê ragihand ku duh bi şev carek din êrişî baregeha Lîwaya 40 ya hêzên Heşdî Şeebî ya li nêzîkî navçeya Dubiz ya ser parêzgeha Kerkûkê hate kirin.
Heman çavkaniyê ragihand ku di encama êrişê de çekdarek hêzên Heşdî Şeebî birîndar bû.
Hate diyarkirin ku rayedarên peywendîdar ji bo pêşveçûnan bişopînin û cihê êriş jê hatî kirin û tawanbaran diyar bikin, tedbîrên pratîkî û teknîkî dane destpêkirin.



