Artêşa Rûsyayê bi 68 mûşek û 430 balafirên bê mirov êriş Ukraynayê kir.
Derbarê êrişê de Fermandariya Hêzên Hewayî ya Artêşa Ukraynayê daxuyanî da.
Hat ragihandin hêzên parastina Ukraynayê 58 mûşek û 402 balafirên bê mirov ên Rûsî bê bandor kirine.
Mûşek û dronên mayî jî li 11 xalên herêmên Ukraynayê ketine.
Di êrişên Rûsyayê de 4 kes mirin
Têkîldarî êrişê Serokomarê Ukraynayê Zelensky li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da.
Zelensky got êriş li heremên Sûmî, Kîev, Xarkîv, Dnîpro û Mîkolayîv pêk hatiye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.
Zelensky dibêje di êrişa Rûsyayê de li herêma Kîevê binesaziya enerjiyê, dibistan û avahiyên ku sivîl lê dimînin zirar dîtiye.
Serokomarê Ukraynayê ragihand ku li gor agahiyên heyî 4 kes mirine.
Rûsya: Me li Ukraynayê tesîsên leşkerî û enerjiyê xistin
Her wiha Rûsya jî daxuyanî da û got ew li dijî êrişên Kîevê tesîsên enerjiyê, cihên pîşesaziyê û balafirxaneyên leşkerî yên Ukraynayê kirine armanc.
Li gor Rûsyayê hemû armancên diyarkirî bi balafirên bê mirov û çekan hatine xistin.
Hat gotin doh bi şev heta îro 124 dronên Ukraynayê bi pergalên parastina asmanî hatine bê bandorkirin.



