Amerîka gef xwaribû ku êrişî saziyên enerjiyê yên Îranê bikin.
Wezîrê Derve yê Îranê Eraqçî bersiv da gefê û got heger saziyên wan ê enerjiyê bên armanckirin, ew ê şîrketên Amerîkî yên li heremê bikin armanc.
Her wiha Trump jî astengiya li ser Tengava Hurmuzê bang li welatên ku jê bandor dibin kir û got divê keştiyên xwe yên şer bişînin.
Rageşiya di navbera Amerîka û Îranê dewam dikin.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Eraqçî bersiv da gefên Amerîkayê.
“Heger saziyên enerjiyê ya me bên armanckirin, em ê şîrketên Amerîkî yên li heremê armanc bikin”
Eraqçî dibêje heger saziyên wan ê enerjiyê bên armanckirin, ew ê şîrketên Amerîkî yên li heremê bikin armanc.
Wezîr Eraqçî wiha got:
“Êrişên me tenê baregeh û berjewendiyên Amerîkî yên li herêmê armanc dikin.
Em amade ne ku bi welatên herêmê re komîteyeke lêpirsînê ya li ser armancên êriş lê hatine kirin ava bikin.”
Eraqçî: Hin êrişên li ser welatên erebî bi destê DYA û Îsraîlê tê kirin
Abbas Eraqçî îdda dike ku hin êrişên li ser welatên erebî bi destê Amerîka û Îsraîlê tê kirin û vê yekê wiha tîne ziman:
“Îran agahiyên wergirtiye ku Amerîka û Îsraîl ji hin xalên diyarkirî êriş li ser welatên erebî dikin.
Amerîkî droneyekî bi navê ‘Lucas’ ava kirine ku bi temamî li gorî droneya me ya ‘Şahid’ e û êriş li ser armancên li welatên erebî dike.
Dibe ku Îsraîl jî li pişt êrişên li ser armancên sivîl li welatên erebî be da ku têkiliyên wan bi Îranê re xera bike.
Heta niha me ti deverên sivîl an niştecihiyê yên li herêmê armanc nekirine.”
Trump banga piştgiriyê ji bo tengava hurmûzê dike
Li gel vê yekê di rojeva serokê Amerîkayê Donald Trump de Tengava Hurmuzê heye.
Trump di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya xwe ya Truth Social de balê kişand ser mijarê û wiha got:
Trump: Welatên ji girtina tengavê bandor dibin, divê keştiyên şer bişînin
“Gelek welat, bi taybetî yên ku ji astengkirina Tengava Hurmûzê bandor dibin, wê bi Amerîkayê re ji bo Tengavê vekirî û ewle bihêlin keştiyên şer bişînin.”
Trump di peyama xwe de got ku ew hêvî dike ku Çîn, Fransa, Japonya, Koreya Başûr, Brîtanya û welatên din ên ku ji girtina tengavê ya ji aliyê Îranê ve bi giranî bandor dibin jî keştî bişînin.
Trump gef li ser girava harkê xwar: Êriş wê dewam bike
Her wiha Trump gef li ser girava Harkê ya ku ji bo pîşesaziya petrolê ya Îranê pir girîng e xwar û got wê êriş dewam bike.
Artêşa Amerîkayê doh ragihandibû ku ji bo neçarîkirina Tehranê ku tengavê dîsa veke, saziyên leşkerî yên li giravê tune kirine.
Artêşê diyar kiribû ku bêyî zerar dayîna binesaziya petrolê, zêdetirî 90 armancên leşkerî hatine lêdan.
Trump jî got girav bi temamî hatiye tunekirin, lê dîsa jî çend caran ji bo kêfê lêxin.



