Ji ber barana dijwar û lehiyan çemê Zirganê û kunên pira li ser çemê xetimî ne, Şaredariya bajarê Til Temirê dest bi paqijkirina çemê kiriye.
Di van 2 rojên dawî ne li herêmên Cizîrê baran bi dijwarî bariya, bi wê re rêjeya ava çeman zêde bû û li gelek herêman jî golên avê çêbûn.
Ji ber lehiyê kunên pira li ser çemê Zirganê yê Til Temirê xetimî, rêyên Til Temir-Zirganê, Til Temir-Serêkaniyê qut bûn, tevgera çûn û hatinê asteng bû.
Şaredariyê dest bi paqijkirina çemê û kunên pirê kir, da ku av biherike û gefan li jiyana taxên nêzî çemê nexwe.
Gerînendeyê Daneyên Avê yê Hesekê Endazyar Ebdulezîz Emîn hişyarî dabû şêniyên li ber çemê Xabûrê ku gengaz e di saetên bê de lehî çêbibin.
Emîn diyar kir ku ji ber barana dijwar û herikîna ava çemên Cerceb û Zirganê li ser çemê Xabûr leza herikîna ava çemê di saniyekê de 50 metre dam derbas kir.
Vê sibehê, ji ber bilindbûna rêjeya ava çemê Xabûrê av bi ser rêya M4 a li rojavayê Til Temirê de herikî.



