Stasyona Elokê di rojeva Xaca Sor û UNICEF’ê de ye.
Hewl tê dayîn ku di van du hefteyên pêş de ji bo xebitandina stasyona Elokê gavên erênî werin avêtin û di demeke nêz de stasyona Elok bixebite.
Serokê Beşa Plankirinê li Daîreya Navendî ya Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Xalid El Xazî derbarê mijarê de axivî û got:
Ji bo xebitandina stasyona avê ya Elok ew niha bi Komîteya Navneteweyî ya Xaca Sor û rxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) re di nava dan û standinê de ne.
Xalid El Xazî got, niha ew dixebitin da ku pêdiviyên teknîkî û lojistîk ên stasyona Elokê peyde bikin û bikarbin xwe bighînin stasyonê da ku sererast bikin û careke dîtir bixebite.
El Xazî anî ziman di van du hefteyên pêş de dê ji bo xebitandina stasyona Elokê gavên erênî werin avêtin û di demeke nêz de stasyona Elok bixebite.
Hêjayî gotinê ye ku, di 9’ê Cotmehê sala 2019’an dema ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê êrişî bajarê Serekaniyê û Girê Spî kirin stasyona Elokê bombebarankirin.
Çeteyan ji stasyona Elokê av li ser bajarê Hesekê û gundewarên wê qut kirin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di civînên xwe yên bi UNICEF û Hikûmeta Demkî re anî ziman ku divê stasyona Elok were xebitandin.



