Sunday 2026/07/26
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

 Encamnameya konferansa Kongra Star

March 17, 2026
in JIN
A A
 Encamnameya konferansa Kongra Star
Share on FacebookShare on Twitter

Konferansa bi dirûşma “Werin Em Bi Hev Re Têkoşîn Bikin, Ji Bo Mîsogerkirina Mafên Jinan Di Destûra Sûriyeyê De” bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encmnameyê de hate gotin ” “Em biryardariya xwe ya ji bo seferberkirina hemû rêbazên siyasî, dîplomatîk û yasayî û aktîvkirina hemû amûrên zextê yên stratejîk li ser asta neteweyî û navdewletî piştrast dikin da ku ev nêrîn di destûra bingehîn a Sûriyeyê de cih bigire.”

Kongra Star bi dirûşma “Werin Em Bi Hev Re Têkoşîn Bikin, Ji Bo Mîsogerkirina Mafên Jinan Di Destûra Sûriyeyê De” li Hola Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo yê Cizîrê li dar xist. Di konferansê de semîner li ser mijarên “siyaset, hiqûqî, parastin û entegrasyon” hatin dayîn, nîqaş û pêşniyar hatin kirin.

Piştî nîqaşan encamname hat xwendin. Endama Komîteya Têkilî û Tifaqa Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Zeyneb Hisên bi zimanê Kurdî, Endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid jî bi zimanê Erebî encamname xwend.

Encamname wiha ye;

“Derencam û amojgariyên konfransê: “Bi hev re em mafê jinê di destûra Sûriyayê de misoger bikin”

Qamişlo, 17 Adar 2026

Em îro di 17’ê Adarê 2026’an de, bi pêşengtiya Kongra Star û bi amadebûna hêzên siyasî û rêxistinên jin û civakî li Qamişloyê civiyane da ku di bin dirûşma “Bi hev re em mafê jinê di destûra Sûriyayê de misoger bikin” nêrîneke stratejîk ava bikin. Ev konferans di pêvajoya çareseriya siyasî de, xaleke girîng e ku xwe dispêre wê baweriya ku azadiya jinan misogeriya yekane ya Sûriyayeke cihêreng û demokratîk e. Her wiha azadiya jinê û civaka demokratîk, kevirê bingehîn ê peymaneke civakî ya nûjen e ku bermahiyên hîmên desthilatê û navendîbûnê hildiweşîne. Li gor nirxandin û pêşniyarên stratejîk, konfransê ev derencam û amojkariyên li jêr saz kirine:

1.     Destkeftiyên “şoreşa jinê” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê weke mafên sereke di destûrê de bên pejirandin û bicihkirin. Her wiha bicihkirina nirxên wekheviyê, destkeftiyên dîrokî li dijî her paşveçûneke siyasî yan jî ya zagonsazî ya pêşerojê, diparêze.
2.     Wekheviya tam a ji sedî 50 ji bo karkirina hemû birêveberiyên di saziyên dewletên yên serwer, parlemanî û daweriyê de weke hîmekî bingehîn û standarteke zagonî ya tekane bê pejirandin. Bi awayekî ku serdemên serdestkirina biryariya siyasî bi dawî bîne û dadweriya bikalîte di birêveberiyên dewletê de misoger bike.
3.     Sazkirina destûrî ya sîstema “nenavendîbûna demokratîk” weke çarçoveyeke siyasî û yasayî ji bo entegrekirina saziyên rêveberiya xweser di nav avahiya dewleta Sûriyeyê de be. Misogerkirina veguherîna wan bo yekîneyên rêveberiya xweser ku hemû desthilatên qanûnî û rêveberî di dest de bin. Herwiha bêhempabûna ezmûna demokratîk a jinan wekî modelek neteweyî ya siruşbexş be parastin.
4.     Hêzên Yekîneyên Parstina Jin (YPJ) weke kevirê bingehîn di nava rêxistina berevaniya nîştimanî ya Sûriyeyê de bê pejirandin. Di heman demê de serxwebûna wê ya rêxistinî û birêvebertiyê weke hêzek ku civakê diparêze û ewlehiyê li dijî terorîzm û hemû şêweyên hişmendiya dûrxistinê misoger dike, bi tevahî diparêze.
5.     Zagonên demokratîk ku fermiyeta xwe bi hemû rêxistin, tevgerên jinan û partiyên siyasî yên ku li herêmên Rêveberiya Xweser nûnertiya vîna gel dikin bên sazkirin. Her wiha hemû cureyên armancgirtin û sînordarkirina ewlehiyê di bin sîwana dewleta Sûriyeyê de bên qedexekirin.
6.     Yasayên giran ku axaftinên nefretê, nehezkirinên li dijî jinan weke sûc û tawan bên dîtin, bên sazkirin. Her wiha mekanîzmeyên zagonî ji bo sizakirina her kesên ku teşhîr an jî kampaniyên sîstematîk der barê rêber û pêşengên jin bi armanca dûrxistina wan ji qada giştî yan jî rola wan a siyasî û civakî reş dikin, bên danîn.
7.     Desteyeke parastina mafên jinan bê avakirin ku bi destûr ve bê piştgirikirin û ji mafên wê be ku her zagon an jî yasaya ku li dij rêgezên wekheviyê ye, nepejirîne. Her wiha desthilata qanûnî ya çavdêriya hemû zagonên neteweyî bi peymanên navneteweyî re hevrû bike jê re bê dayîn.
8.     Danpêdana fermî û giştî bi minhacên perwerdehî, rêxistin û saziyên tenduristî û yên rajeyê dikin yên rêveberiya xweser bê dayîn û pejirandin. Her wiha pirzimanî û pirçandî (kurdî, siryanî, erebî, ermenî) weke mafekî niştmanperweriyê yên pîroz bê dîtin ku di çarçoveya nenavendî de û bêyî destwerdana desthilatdariya navendide xwe bi rê ve dibin.
9.     Yasayeke sîvîl û yekgirtî yên rewşên kesayetî ku ji “zagona jinê” ya ku di Rêveberiya Xweser de pêkhatî ye, bê siruşgitin ku hemû zagonên cewaziyê ji holê radike û parastina jinê ji hemû cureyên tundiyê misoger dike û serweriya bêsînor der barê karûbarên xwe yên sîvîl û jiyanî digire dest.
10.  Azadiya veguhestin û çûn û hatinê, niştecihî û karê di qadên jin, sivîl û siyasî yên hemû jin û çalakvanan li tevahiya parêzgehên Sûriyeyê de bêyî dersînorkirina birêveberî û ewlehî, bên misogerkirin. Her wiha hemû cureyên çavdêriyê yên ku bi çalakiyên giştî ve girêdayî ne bên qedexekirin.
11. Hemû girtî, kesên ku bi zorî hatine revandin, kesên ku ji ber çalakiyên wan ên siyasî û sivîl hatine revandin, bê şert û merc serbest bên berdan. Xebateke sîstematîk ji bo çarenûsa kesên wenda jî bê meşandin. Ev dosya weke dozeke mirovî û li ser danûstandinê re be û pabendbûneke sincî û niştimanî be.
12. Dadweriya veguhêz ku li hember zayenda civakî hestiyar be, bê avakirin ku sizakirina kesên ku binpêkirin kirine têxe destpêka armancên xwe. Her wiha qurbanî û kesên ku ji şer rizgarbûyî û rastî ziyanên derûnî û madî hatine, bedêl ji bo wan bê dayîn.
13. Pabendiya niştimanî û navdewletî bi vegera xwebexş û biewle ya penaberan ji cih û warê xwe, bê kirin. Herwiha demildest kar li ser jiholêrakirina hemû şopên guhertina demografîk bê kirin.
14. Toreke jinan a ku hemû ideolojî û mezheban derbas dike bê avakirin da ku nûnertiya vîna jina sûrî di hemû dezgehên biryardana navdewletî de ku bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye, bisepîne. Herwiha tu hevpeymaneke civakî yan jî tu destor bêyî jinan neyê nivîsîn û ev yek divê misoger be.
15. Amadekirina destûrekê ku parastina yasayî û ewlehî ji bo parêzvanên mafên mirovan ên jin û çalakvanên siyasî peyda bike û her destwerdana dezgehên ewlehiyê di xebata sivîl an siyasî ya serbixwe de sûcdar bike.
16. Beşdarbûna çalak û hevbeş a jinan di hemû komîteyên nivîsîna destûrê de bê tekezkirin da ku xalên destûrî ku mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî digire ser milê xwe misoger be.
17. Serxwebûna çavkaniyên aborî yên ku ji bo projeyên jinan di nav budceya giştî ya dewletê de têne veqetandin bên sepandin da ku bihêzkirina aborî ya jinan wekî beşek yekgirtî ya serxwebûna wan a siyasî û civakî misoger bike.

Li ser bingeha van xalan û bi naskirina giraniya berpirsiyariya dîrokî ya li ser milê me; em, rêxistinên jinan, yekitî û partiyên siyasî, pabendbûna xwe ya bi hêz û prensîbî ji bo pejirandina van derencaman weke ku weke nexşerêyeke yekpar ji bo têkoşîna xwe radigihînin.

Em biryardariya xwe ya ji bo seferberkirina hemû rêbazên siyasî, dîplomatîk û yasayî û aktîvkirina hemû amûrên zextê yên stratejîk li ser asta neteweyî û navdewletî piştrast dikin da ku ev nêrîn di destûra bingehîn a Sûriyeyê de cih bigire. Herwiha em niyaza xwe ya avakirina hevpeymanên berfireh ên neteweyî û navdewletî radigihînin ku dê bandora gotûbêjên me zêde bikin û peyama me bigihînin hemû saziyên biryardanê yên neteweyî û navdewletî. Parastina destkeftiyên şoreşa jinan û bicihkirina wan di destûrê de pabendbûnek bêdawî ye. Em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bidomînin da ku piştrast bikin ku ev stratejî vediguherin rastiyek yasayî û sazûmanî ku mafên hemû jinên Sûriyeyê diparêze, rûmeta wan diparêze û rola wan a pêşeng di birêvebirina Sûriyeyê de ber bi veguherînek demokratîk a berfireh ve mîsoger dike.”

Previous Post

Rêveberiya Dibistanan û TEV-DEM’ê agirê Newrozê pêxistin

Next Post

Li Dêrikê 3 şehîd hatin oxirkirin

Weşana girêdayî

Tevgera ‘Pencereya Hêviyê’ ji bo jinên Efgan kampanyayek da destpêkirin
JIN

Tevgera ‘Pencereya Hêviyê’ ji bo jinên Efgan kampanyayek da destpêkirin

Li Kerkûkê jinek hat kuştin
JIN

Li Kerkûkê jinek hat kuştin

Kongra Star ji bo piştgiriya meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’ mîtîng li dar xist
JIN

Jinên Tirbespiyê: Em dixwazin mafê me di destûrê de hebe

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye