Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Parêzgeha Hesekê bi boneya jinên Remezanê û Newrozê, ji bo parastina ewlehiyê çand tedbîr girtin.
Hêzên Ewlekarya Hundirîn di daxuyaniyê de cejnên Remezanê û Newrozê pîroz kir û der barê ewleiya herêmê û şêniyan de çend tedbîr girtin:
Qedexe ye ku kamyon ji saet 18:00`ê roja Pêncşemê 19`ê Adara 2026`an, heta saet 18:00`ê roja Duşemê 23`ê Adara 2026`an, têkevin nav bajar û bajarokan.
Tevgera tenkerên petrolê ji saet 17:00`ê roja Pêncşemê, 19`ê Adara 2026`an heta saet 18:00`ê roja Duşemê 23`ê Adara 2026`an qedexe ye.
Çûn û hatina hemû cureyên kotosîkl, tevî yên leşkerî ji saet 18`ê roja Çarşemê 18`ê Adara 2026`an heta saet 6:00 roja Sêşemê 24`ê Adara 2026`an qedexe ye.
Ji derveyî zagon û rêziknameyan teqandina guleyan û lîstikên teqmeniyê qedexe ye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyan kir ku van biryaran bicîh bînin.



