Îro Efrîn piştî dagirkeriya 8 salan çawa ye .
Di van 8 salan de, Efrîn ji hêla Tirkiyê û komên wê yên çete ve rastî binpêkirinên berfireh hat.
Bi hezaran ji cihê û warên xwe bûn , malên wan talan û wêran bûn.
Niha jî bi hezaran koçber li benda derfeta vegera malên xwe ne.
Di ser dagirkirina bajarê Efrîn re 8 sal derbas bûn.
Di van salan de binpêkirinên berfireh û guhertinên demografîk hatin pêkanîn.
Binpêkirin weke kuştin, revandin, girtinên keyfî û îşkenceyê.
Ji bilî wêrankirina daristanan û birîna darên zeytûnan, hatin kirin.
Di dema dagirkirina bajêr de, di navbera 300 heta 350 hezar Kurdên Efrînê bi zorê hatine koçberkirin.
Di êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de 600 kes hatine kuştin.
Di nav wan de 95 zarok û zêdetirî 100 jin hene.
Nasnameya bajêr bi tevahî hatiye guhertin, nasnameyea Tirkî hatiye ferzkirin .
Meclisên girêdayî Tirkiyeyê hatine avakirin.
Şûnwarên dîrokî yên Efrînê hatine wêrankirin û talankirin.
59 deverên arkeolojîk hatine wêrankirin û tiştên wan hatine dizîn.
Zêdetirî milyonek darên zeytûnê hatine birîn û zêdetirî 50 hezar hatine şewitandin.
Zêdetirî 100 hezar dar hatine rakirin û bo Tirkiyeyê hatine veguheztin û firotin.
Di warê çandî û ziman de, Efrîn ji zimanê wê hatiye bêparkirin.
Erebî û Tirkî bûne zimanên fermî yên bajêr, lê Kurdî tenê 2 saetan di rojê de tê hînkirin.
Wekî din, 65 mamoste ji kar hatin avêtin û revandin da ku tirsê bixin nav şêniyan .
Ji dema dagirkirina bajêr ve, Tirkiyeyê serî li siyaseta avakirina wargehan da.
47 wargeh (avahiyên mêtingehiyê) li bajarê Efrîn hatine avakirin.
Piştî peymana 29`ê Çileya 2026`an, hêviyên koçberan ji bo vegera malên xwe, ji nû ve zindî bûn.
Di 10`ê Adarê de, karwanek ji 400 malbatan gihîşt bajarê Efrînê, li wir bi germî hatin pêşwazîkirin.
Ev gav destpêka qonaxek nû ber bi bidawîkirina êşa koçberan nîşan da.



