Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê: Divê vegera xelkê Efrîne were misogerkirin
Daxuyanî ji aliyê endamên Meclisa Koçberên Efrînê Rizgar Lolo û Mihemed Beyrem ve bi kurdî û erebî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “8 sal e ku koçberên Efrinê dûrî mal û milkên xwe ne. Binpêkirin her berdewam e û koçber dev ji mafê vegerê naqerin. 18’ê Adarê, salvegera 8’emîn e ku xelkê devera Efrînê dûrî malên xwe ne.”
Hate diyarkirin ku vegera li Efrînê mafekî mirovî ye û bi demê re nakeve û hate gotin: “Ji bo raya giştî û civaka navdewletî, her wiha ji bo hemû kesên biwijdan, em tekez dikin ku bêdengiya li hember êșa gelê Efrînê ne helwesteke bêalî ye, lê revîna ji berpirsiya mirovî ye. Ya ku îro tê xwestin, helwesteke zelal e ji bo vegereke ewle û birûmet misoger bibe, her wiha ji bo ev êşa ku çend sal e berdewam e raweste.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta demkî hate kirin û hate gotin: “Em bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikin ku çarenûsa wan kesên winda diyar bike. Em banga wê yeke dikin ku girtî bên berdan û vegera xelkê Efrîne ji bo malên wan were misogerkirin.”



