Rêxistina “White Hope” bi hevkariya Şaredariya Gel a Qamişloyê li Girê Mozan ê bajarê Amûdê bi amadebûna dehan keç û xortan agirê Newrozê vêxistin.
Rêxistina “White Hope” bi hevkariya Şaredariya bajarê Qamişloyê, û bi amadebûna keç û xortan û girseya gel agirê Newrozê li Girê Mozan a bajarê Amûdê vêxistin.
Çalakî bi beşdariya zêdetirî 80 keç û xortan bi cilên Kurdî di dest de meşale dest pê kir. Ciwanan meşale ji jêrî gir heta bi serê gir ve rakirin û agirê Newrozê vêxistin.
Li cihê çalakiyê agirbazî û dûmanên rengîn hatin berdan, stranên girêdayî boneyê hatin gotin.
Girseyê di ber stranan re govend gerandin.



