Artêşa Îranê ragihand ku wan bimûşekan “baregeha hêzên Amerîkayê û hin cihê din li nav Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kirin armanc.
Artêşa Îranê diyar kir ku wan di berdewamiya operasyonên xwe de, baregehên hêzên Amerîkayê û li hin komên din li Balafirgeha Hewlêrê bombebaran kirin.
Mûşek û dronên ku ji Îranê û xeta sînorî ber bi Hewlêrê ve hatibûn avêtin, ji aliyê balafirên Koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê ve li asman hatin têkbirin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bangî welatiyan kir ku aram bin.


