Di 24 saetên borî de ji ber şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, 50 sivîl li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine kuştin.
Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê, bîlançoya 24 saetên borî yên şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê belav kir.
Li gorî HRANA’yê, di 24 saetên borî de li 10 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 108 êriş pêkhatine.
21 navendên leşkerî, baregehên Supayê Pasdaran, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neft û bihên eneriya atomî hatine hedefgirtin.
Hat diyarkirin ku di encama van êrişan de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dane 37 sivîl jî birîndar bûne.
Herî zêde jî êriş li Esfehan, Xuzistan, Fars, Tehran û Tewrêz pêkhatine.
Li gor amarên nefermî, ji dema despêkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ve heta duh, 1455 sivîl hatine kuştin.
217 jê zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de ne.



