Li Çelçemalê merasîmek ji bo hejmarek hunermendên netewî yên Kurd hate lidarxistin.
Di merasîmê de hunermendên Rojava hatin xelatkirin.
Di destpêka merasîmê de, Serokê Komeleya Rewşenbîrî û Civakî ya Yarsan, Herêm Kakeyî gotarek pêşkêş kir.
Herêm Kakeyî diyar kir ku ew dixwazin ji dijminên xwe re bêjin ku sînorên çêkirî , hatin rakirin.
Piştre hunermend Luqman Selîm jî got, şoreşa Rojava xalek mezin a werçerxê bi xwe re anî.
Her wiha Hunermend Nesrîn Botan di merasîmê de strana ‘Jin Jiyan Azadî’ pêşkêş kir.
Di dawiya merasîmê de, xelatên rêz û rûmetê pêşkêşî hunermendan hat kirin.



