Cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî, piştî merasşmekê dê ji Amedê ber bi Rojava ve were oxirkirin.
Cenazeyê helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî yê ku di 10’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da dê îşev bighêje Amedê.
Saziyên ziman, enstîtu, wêje, çand, PENa Kurd, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û DEM Partî merasîmê birêxistin dike.
Merasîma sibê saet 11.00’an dê li Çand Amedê bê lidarxistin.
Piştî merasîmê dê cenaze ji Deriyê Sînor ê Xabûrê ber bi Rojava ve were oxirkirin.
Ehmed Huseynî, di sala 1955’an de li Amûdê, li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû.
Di tevahiya jiyana xwe de, ew bi helbest û wêjeyê re mijûl bû û gelek bername çêkirin.
Ehmed Huseynî di xebatên xwe yên wêjeya Kurdî de zêdetirî 15 berheman li pey xwe hişt.



