Semsûr ku ji ber erdhejê wêran bû, niha di nav lepên xebatên madenvaniyê de ye.
Zêdebûna bilez a kanên keviran di salên dawî de wêrankirina jîngeh û ekosîstema bajêr tarûmar dikin.
Mînak niha 7 kanên keviran û kana Eti Bakirê ye di navbera navenda Semsûr û navçeya Çêlikanê de dixebitin.
Kanên keviran ên li cihên dîrokî ku ji milê şîrketan ve tên bi kar anîn zerareke mezin li ekolojiya herêmê dike.
Toza zêde û teqînên ji ber dînamîtan tenduristiya gel jî dixe nav xeteriyê de.
Welatiyên ku li gundên derdora kan û deverên madenê dijîn ji ber texrîbkirina xwezayê gazinan dikin.



