Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin bi tundî şermezar kir.
Her wiha DYA jî desnîşan kir ku ew bi eşkereyî kiryarên terorîstî ku têne kirin, red dikin.
Emmanuel Macron di pêwendiya telefonê bi Nêçîrvan Barzanî re , êrişa ku li Dihokê hat kirin şermezar kir.
Emmanuel piştgiriya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê dubare kir.
Li aliyê din, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê X’ê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Macron di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrişên li ser herêma Kurdistanê rûdaneke gelekî metirsîdar e.
DYA: Em bi eşkereyî kiryarên terorîstî ku têne kirin red dikin
DYA jî êrîşên Îranê li dijî mala Serokê Herêma Kurdistana Nêçîrvan Barzaniyê pêk hatin, bi tundî şermezar dike.
DYA da zanîn ku ev kiryarên Îran êrîşeke rasterast li ser serwerî, aramî û yekîtîya Iraqê ne.
Her wiha desnîşan kir ku ew bi eşkereyî kiryarên terorîstî ku têne kirin, red dikin.



