79 sal li ser bidarvekirina damezrênerê yekem Komara Kurdistanê Qazî Mihemed re derbas dibe.
Ev komar bû yek ji mezintirîn bûyera dîrokî ya hemdemî ya Kurdan.
Niha rêjîma Îranê li ber rûxanê ye û derfeteke zêrîn ji bo hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daye vekirin.
Tenê yekîtî û yekrêziya navxwe dikare vegerîne destkefteke dîrokî.
Damezrêner û Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed sala 1900’î li bajarê Mihabad ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Kesayeteke oldar û civakî yê bi bandor bû.
Berî avakirina komarê rêveberê Navenda Rewşenbîrî ya Mihabadê bû.
Her ku bingehê Komara Kurdî danî, hemû gelê Kurd piştgiriya vê yekê kir.
Ji bo parastin û tevlîbûna Komarê ji hemû beşên Kurdistanê berê xwe dan Mihabadê.
Vê yekgirtina Kurdan wisa kir ku Komara Kurdistanê bê avakirin û sala 1945’an îlana Komarê hate ragihandin.
Her çende temenê komarê kurt jî be, bû mijareke bi bandor û dîrokî bû ruhê Kurdbûnê ya di wê serdemê de.
Sala 1947’an bi serokatiya Serheng Xulam Hesen Ezîmî ya ji aliyê Rejîma Îranê ve bi dadgehkirineke şanoyî li Mihabadê hate çêkirin û pêvajoya dadgehkirinê destpê kir.
Her çende hemû sûcdarî ji aliyê Qazî Mihemed, Sedir Qazî û Seyf Qazî ve hatin redkirin jî,
Herî dawî roja 30’ê Adara 1947’an Pêşeng Qazî Mihemed û hevalên xwe li Qada Çarçira ya Mihabadê li cihê Komara Kurdistanê îlan kirî hate bidarvekirin.
Yekgirtin û yekrêzî dikare destkeftiyên dîrokî bi dest bixin
79 sal li ser darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî re derbas dibe, ew derfet û yegirtiya ku bûbû bi hêvênê jidayîkbûna Komara Kurdistanê, careke din di nava Kurdan de xwe daye der.
Ew rejîma ku Komara Îslamî rûxandî jî niha bi xwe li ber hilweşînê ye.
Careke din derfeteke dîrokî li pêşiya Kurdane, tenê yekgirtin û yekrêziî dikare destkeftiyên dîrokî bi dest bixin.
Niha 6 partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo vî derfeta dîrokî ji dest nedin, hevpeymaniyek pêk anîne.
Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û beşên din piştgiriya wan dikin û daxwaz dikin ku sûdê ji şaştiyên dîrokî bigirin.
Bi yekgirtina netewî demokratîk vê derfetê bikin destkeftiyeke dîrokî ya Kurdan.



