Thursday 2026/06/25
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

KCK’ê Qazî Mihemed, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anîn

March 31, 2026
in KURDISTAN
A A
KCK’ê ji bo kuştina Mihemed Mîrza daxuyanî da
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Qazî Mihemed, Mahîr Çayan û şehîdên şoreşê yên di dawiya meha Adarê de tên bîranîn bi rêzdarî bi bîr anîn û got “Wan mîrateyek mezin li pey xwe hişt. Têkoşîna ji bo azadiyê ya pey wê li ser vê mîrateyê mezin bû û gihîşt asta xwe ya niha.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 30 û 31’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî da û Qazî Mihemed û hevalên wî yên li Qada Çarçira a Mihabadê hatin darvekirin, Mahîr Çayan û hevalên wî yên li Kizildereyê hatin qetilkirin û şehîdên şoreş û demokrasiyê yên di hefteya dawîn a meha Adarê de tên bibîranîn, bi bîr anîn.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dîrokên berbehs ji aliyê gelê Kurd û têkoşîna şoreşgerî ve xwedî cihekî girîng e û îfade kir ku ew Qazî Mihemed û hevalên wî, Mahîr Çayan û hevalên û di şexsê sembolên Hefteya Lehengiyê Mazlûm Dogan, Egîd-Mehsûm Korkmaz de hemû şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tîne.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

 “JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE

Rojên 30 û 31’ê Adarê dibe salvegera darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî ya li Qada Çarçira ya li Mahabadê û qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî ya li Kizildereyê. Her wiha hefteya dawîn a meha Adarê weke hefteya Lehengiyê tê pêşwazîkirin. Bi vê wesîleyê em Qazî Mihemed û hevalên wî yên li Qada Çarçirayê hatin darvekirin, Mahîr Çayan û hevalên wî yên li Kizildereyê hatin qetilkirin di şexsê sembolên Hefteya Lehengiyê Mazlûm Dogan, Egîd-Mehsûm Korkmaz de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin û soza xwe ya pêkanîna armancên wan

Bîranîna Qazî Mihemed wê ji aliyê gelê Kurd ve tu caran neyê jibîrkirin, wê tim bi rêzdarî, minetdarî û serfirazî were bibîranîn. Wan ji bo rûmet û azadiya gelê Kurd ku hebûna wê dihat înkarkirin û bi komkujiyan re rû bi rû dima, bêyî bikevin fikara canê xwe têkoşîn meşand. Ji bo pêşketina hişmendî û yekîtiya Neteweya Kurd pêngavên girîng avêtin. Hêzên hegemonîk ên wê demê di navbera xwe de bazarî kirin û piştgirî dan êrîşên rejîma Şah a qirker. Ji ber vê yekê, rêveberiya damezrandî temenkurt bû. Lê belê, di hişmendî û hestên gelê Kurd de cihekî mezin girt. Wan mîrateyek mezin li pey xwe hişt. Têkoşîna ji bo azadiyê ya pey wê li ser vê mîrateyê mezin bû û gihîşt asta xwe ya niha.

Têkoşîna bi pêşengiya Mahîr Çayan û xeta ku wî temsîl dikir, di pêşveçûna tevgera sosyalîst a Tirkiyê de roleke girîng lîstin. Bi heman awayî, ew di pêşveçûna Tevgera me de jî bandorker bûye. Rêber Apo her gav vê rastiyê bibîr xistiye. Rêber Apo hewldanên xwe wekî parastina mîrata Mahîr û xwedî derketina li bîranîna wan, pênase kir. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin jî armanc dike ku vê têkoşînê pêş bixe û bidomîne. Tevgera me her gav hewl daye ku têkoşîna hevpar a gelan li ser vê rêyê berfireh bike. Îro, em bawer dikin ku rêya parastina Mahîr Çayan û Kizildere ji vê derbas dibe û em vê hewldanê didomînin.

Di hefteya dawî ya meha Adarê de ku me weke hefteya Qeremaniyê pêşwazî kiriye, bi dehan hevrêyên me yên hêja şehîd bûne. Şehîdên vê demê di şexsê hevrê Mazlum Dogan û Egîd-Mahsum Korkmaz de her sal ji aliyê tevgera me û gelê me ve tên bîranîn. Careke din di şexsê wan de em hemû şehîdên me bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin û li ber bîranînên wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Şehîdên me yên ku heya roja îro berê têkoşîna me diyar kirine, wê ji vir û şûnde jî têkoşîna me ronî bikin, têkoşîna azadiyê wê bi pêşengiya wan bi ser bikeve.”

Previous Post

Wê îro peyama Rêber Apo were ragihandin

Next Post

Rêber Apo: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

Weşana girêdayî

Tevgera Nifşê Nû: Me pêşniyar kiriye postê serokê hikûmetê ji bo hevpeymaniya me be
KURDISTAN

Tevgera Nifşê Nû: Me pêşniyar kiriye postê serokê hikûmetê ji bo hevpeymaniya me be

Duran Kalkan: Îmralî navenda rêvebirina qirkirina Kurdan e
KURDISTAN

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan bûyerên di rojevê de nirxand

Kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci jiyana xwe ji dest da
KURDISTAN

Kedkarê Çapemeniya Azad Bayram Balci jiyana xwe ji dest da

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye