QSD’ê nasnameyên 12 şervanan aşkera kirin ku di Çileya îsal di êrişên komên hikumeta demkî de şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û nasnameyên 12 şehîdên meha Çileyê ya îsal eşkera kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi hestên serfiraziyê em şehadeta hejmareke şervanên xwe radigihînin. Şervanên me ku ji pêkhateyên cuda yên gelê me ne, di yek xendekê de û li eniyên pêş ên berxwedana li hemberî êrişên komên Şamê de, şehîd bûne. Bi vê yekê wateyên herî mezin ên tevkarî û hevgirtina nîştimanî ya di rêya parastina erd û rûmetê de nîşan dan.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin “Van şehîdan bi edalebûna doza xwe û mafên tevahî pêkhateyên gelê xwe di jiyaneke azad û birûmet de bawer bûn. Destanên lehengî û fedakariyê raber kirin. Heya dilopa dawîn a xwînê bi îradeyeke ku nayê şikandin, şer kirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em bejna xwe li hember giyanên şehîdên xwe yên leheng ditewînin. Em teqez dikin ku dê xwîna wan a pak vala neçe, lê dê wek sembola çarenûsa hevpar û meşaleya ku rêya têkoşîna hevpar a tevahî pêkhateyan ronî dike, bimîne. Em soz didin gelê xwe ku em ê bi hemû rêbazan rêya şehîdan bişopînin ta hêviyên azadî û jiyaneke birûmet ji gelê xwe re bi cih bînin.”
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Omer Taban
Nav û paşnav: Nişet Caban
Navê dayikê: Sebha
Navê bav: Nasir
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Mekmen, 17 Çile 2026

Nasnav: Aram Qamişlo
Nav û paşnav: Mihemed Xelef
Navê dayikê: Xalide
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Çelebiye, 26 Çile 2026

Nasnav: Hezai
Nav û paşnav: Hezai El Mihemed
Navê dayikê: Sureya
Navê bav: Musarai
Cihê jidayikbûnê: Tebqa
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, 17 Çile 2026

Nasnav: Xebat Qamişlo
Nav û paşnav: Qanai Osman
Navê dayikê: Nûhat
Navê bav: Ebdulbarî
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Çelebiyê, 26 Çile 2026

Nasnav: Heqî
Nav û paşnav: Xidir Etiye
Navê dayikê: Saliha
Navê bav: Îd
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 17 Çile 2026

Nasnav: Şivan
Nav û paşnav: Silêman El Mihemed
Navê dayikê: Necah
Navê bav: Ubeyd
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 17 Çile 2026

Nasnav: Agirî
Nav û paşnav: Ehmed El Temir
Navê dayikê: Nûra
Navê bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Sebai Sikûr
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 21 Çile 2026

Nasnav: Hemo Qamişlo
Nav û paşnav: Mihemed Niame
Navê dayikê: Fewziye
Navê bav: Ebdulhadî
Cihê jidayikbûnê: Til Şixêb
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 26 Çile 2026

Nasnav: Can Polat
Nav û paşnav: Heyder Xelîl
Navê dayikê: Fatima
Navê bav: Tahir
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Heqil El Sewra, 17 Çile 2026

Nasnav: Argeş
Nav û paşnav: Hesen El Cemîl
Navê dayikê: Hebşa
Navê bav: Yasîn
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 17 Çile 2026

Nasnav: Rûbar Reqa
Nav û paşnav: Mihemed Casim
Navê dayikê: Necah
Navê bav: Casim
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 18 Çile 2026
*****
Nasnav: Metîn Hesekê
Nav û paşnav: Quteyba El Merbed
Navê dayikê: Qemra
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 18 Çile 2026



