Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li gundewarê Ezazê welatiyek Kurd ê ji gundewarê Babê revand.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye got:
Hêzên hikumeta demkî welatiyê Kurd Heyder Hesen Heyder Ebas revand.
Li gorî Çavdêriyê Heyder Ebas 40 salî ye û ji gundê Teanê yê gundewarê Babê ye.
Rêxistinê destnîşan kir ku ji ber tevlêbûna Heyder Ebas a şahiya Newrozê hat revandin.
Her wiha nasname û çeka wî hat desteserkirin û hêzan ew bir navenda xwe ya li Exterînê.



