Wezîra Karûbarên Civakî û Kar a hikumeta demkî Hind Qebewat serdana parêzgeha Hesekê kir.
Di serdanê de bi parêzgarê Hesekê re civiya.
Hind Qebewat di serdanê de hevdîtin bi parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed kir.
Piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.
Di civînê de Hind da zanîn ku serdana wan ji bo meşandina kar û barên civakî ye û got:
Armanca me ku hemû pêkhate bi hev re jiyan bikin.
Em hewl bidin ku her kes cihê xwe di nava Sûriya nû de bigire.
Hind diyar kir ku wan komîteyên hevpeş ava kirine û niha jî dest bi kar dikin û wiha bi lêv kir:
Me planek daniye pêşiya xwe ku her kes hemwelatîbûna xwe bistîne, qanûn yek be û mafê her kesî were parastin.
Hind Qebewat wê serdana kesayetên civakî û rêxistinan jî bike.



