Berdevkê PJAK’ê Rêwar Avdanan hevdemî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Îranê de, got ku pêwîst e hêzên siyasî yên herêmî û global têkildarî Kurdan polîtîkayên rast bimeşînin û dest ji nêzîkatiyên yekalî berdin. Bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn guherînên erênî nabin.”
Berdevkê PJAK’ê Rêwar Avdanan dibêje ku “Eger Komara Islamî vê agirbestê bike derfet da zextê li neteweyan bi taybetî kurdan zêde bike, dê krîz girantir bibe û encamên şer dê bandoreke yekser li helwesta siyasî ya civakê bike.
Behsa agirbestê jî kir û diyar kir ku eger ev agirbest bêhndaneke yan jî lihevkirinek navbera aliyan de be
,Kurd û civakên din ên li Îranê wê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasiyê dewam bikin.
Di heman demê behsa axaftinên Trump ên li ser Kurdan kir û destnîşan kir dê Kurd têkliyên xwe li gor vê yekê ava bike. Her wekî got jî ku rola stratejîk û dîrokî ya Kurdan nikare bê înkarkirin û bêyî wan li Rojhilata Navîn guhertinên erênî çênabin.


