Bi armanca xurtkirina têkiliyan û pêkanîna ewlehî û aramiyê, li ser asta parêzgeha Helebê civîneke berfireh ji bo eşîrên Ereb, Kurd û Tirkmen li gundê Cadê yê Kobanê hat lidarxistin.
Bi armanca xurtkirina têkiliyên û pêkanîan ewlehî û aramiyê, eşîra El Ewn ku şaxek ji Êla Benî Seîd li herêmê ye, li gundê Cadê yê Kobanê konek ji bo civandina eşîrên Ereb, Kurd, Tirkmen ên li seranserî parêzgeha Helebê û herêma Kobanê veda. Di bin kon de şandeyek ji hikumeta demkî ji Parêzgeha Helebê jî amade bû.
Di bin konê de li ser navê eşîran û rayedarên ji parêzgeha Helebê û herêma Kobanê gelek axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de bang li eşîrên Sûriyeyê û pêkhateyên wê hat kirin ku li hember komployên derve yekgirtî bin. Hat diyarkirin ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe çarenûsa xwe yek e, xaka Sûriyeyê ji bo tevahî welatiyan e.
Axêveran bal kişand ser girîngiya biratiya gelan û jiyana hevbeş û got rola ku di vê pêvajoyê de dikeve ser milê eşîran ew e ku rûbirûyî fitneyê bin.
Di dawiyê de hat gotin ku kombûna eşîran a îro li ser xaka bajarê Kobanê ku DAIŞ têk bir xwedî girîngiyek mezin û diyar dike ku aştiya navxweyî ne tenê diruşme ye lê misogeriya siberojeke ewle ya tevahî Sûriyeyiyan e, pirrengiya pêkhate û etnîkên Sûriyeyê di dirêjahiya dîrokî de bûye jêdera hêz û yekgirtinê.



