Li Şengalê partiyeke nû ya Êzidiyan a bi navê ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ ava bû.
Partiyê yekemîn kongreya xwe li dar xist û têde 13 kes wekî endamên mekteba siyasî ya partiyê hatin ragihandin.
Li Şengalê partiyeke nû ya Êzidiyan a bi navê ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ ava bû.
Partiyê, li Salona Hanover ya navenda Şengalê yekemîn kongreya xwe bi dirûşmeya ‘Edalet, Azadî û Demokrasî’ dest pê kir.
Partiyê yekemîn kongreya xwe li dar xist
Li gel beşdariya 200 delege û mêvanan, nûnerên partiyên siyasî yên Êzidiyan, rêxistinên Jin, Rêveberiya Meclîsa Gel a Şengalê amade bûn.
Kongre bi amadebûn û çavdêriya Lijneya Hilbijartinên Serbixwe ya Partiyên Siyasî ya Iraqê birêve çû.
Di kongrê de Merwan Xwedêda axivî û avabûna partiyê li tevahî civaka Êzidî pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir:
”Em Partiya Ciwanên Êzîdî di kongreya xwe ya yekemîn de radigihînin.
Ev partî wekî partiyeke Iraqî ya niştîmanî tê naskirin ku armanca wê yekkirina gotinê û xurtkirina hebûna xwe di qada siyasî de ye.”
Piştî axaftina vekirinê, dîwana kongreyê ji aliyê delegeyan ve hate hilbijartin.
Dîwanê bernameya siyasî û rêziknameya partiyê pêşkêşî delegeyan kir û piştî nîqaşan, ev her du belge ji aliyê endaman ve hatin pejirandin.
13 kes wekî endamên mekteba siyasî ya partiyê hatin ragihandin
Piştî pejirandina rêzikname û bernameyê, navên amadekirî yên ji bo mekteba siyasî hatin xwendin.
Her wiha gelek ciwanên ji nav delegeyan jî xwe ji bo endamtiyê pêşniyar kirin.
Piştî xwendina navan, namzetan yek bi yek xwe dan naskirin û dengdan destpê kir.
Piştî bidawîbûna dengdanê, 13 kes wekî endamên mekteba siyasî ya partiyê ji aliyê komîsyonê ve hatin ragihandin û pîrozkirin.
Tê payîn ku serok û cîgirên partiyê, di rojên pêş de di civîna endamên mekteba siyasî de werin hilbijartin.


