Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku divê agirbest ji bo rejîmê nebe derfeteke taktîkî.
Hevpeymaniyê ji bo aştiyeke mayînde banga guhertineke bingehîn kir.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê têkildarî rewşa niha ya Îranê û ragihandina agirbestê daxuyaniyek nivîskî da.
Hevpeymaniyê diyar kir ku Rojhilata Navîn bi qasî 39 rojan di nava agir û şereke giran de bû.
Em di vê çarçoveyê de nêzîkatiya xwe ya ji bo rewşê wiha nîşan dikin:
Berpirsyariya rejîmê ya ji şer û wêrankariyê.
Em pêşwaziyê li her pêngavek ku bibe sedema rawestandina xwînrijandin û parastina giyanê welatiyên sivîl dikin.
Agirbest tenê wê demê watedar dibe ku bibe destpêkek ji bo;
Bi temamî dawî li destwerdana leşkerî, îstîxbarat, rêxistin û rêvebirina rejîmê bînin.
Hilweşandina bingehîn ya bernameyên nukleerî û mûşekî.
Ezmûna 47 salî ya Komara Îslamî ya Îranê nîşan daye ku ev rejîm nayê reformkirin û aştî tenê bi guhertinên bingehîn û demokrasiyê dikare li herêmê were vegerandin.



