Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li Hemayê mayinek bi erebeya malbatekê de teqiya û 3 zarok jiyana xwe ji dest dan.
Hate diyarkirin ku malbat dema ji bo berhevkirina kîvarkan diçû herêma Til Selemeyê, mayîn bi erebeya wan de teqiya.
Di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.
Çavkaniyan diyar kir ku temenê zarokên jiyana xwe ji dest dane di navbera 16-17 saliyê de ne.



