Duh koçberên Efrînê yên ku di nav koma seyemîn de vegeriyane, rastî hewldanên provokasyonê hatin û 4 ciwan ji ber sedemên nediyar hatine girtin.
4 ciwanên ku di koma sêyemîn a koçberên Efrînê de vegeriyabûn, ji hêla Ewlekariya Giştî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve hatin girtin, her wiha li telefonan lêgerîn kirin û nasnameyên kesane yên hin malbatan ji wan standin.
Çavkaniyeke taybet ragihand ku Hêzên Ewlekariya Giştî yên hikumeta demkî 4 ciwan girtin, paşê yek ji wan berda, lê yên din hina girtî ne.
Li gorî agahiyan komeke endamên Hêzên Ewlekariya Giştî ya hikumeta demkî derbasî hundirê erebeyên koçberan bûye û li telefonên wan mêze kirine û nasnameyên wan birine.
Her wiha koçberên vegeriyane û yên ku pêşwaziya koma sêyemîn a koçberan jî kiriye, rastî gelek hewldanên provokasyonê hatine.



