Rejîma Îranê girtiyên siyasî Mûhammed Mesûm Şahî û Hamed Walîdî darve kir.
Şahî (38) û Walîdî (45) ên ji Rêxistina Mucahîtên Gel a Îranê (MEK) hatin darvekirin.
Girtiyên siyasî piştî ku doh ji girtîgeha Kerecê ber bi cihekî nediyar ve hate birin, bi veşartî hatin darvekirin.
Serdana Walîdî û Şahî ya ber bi Herêma Kurdistanê ya Federe bûbû mijara sûcdarkirinê.
Li gor nûçeya Tasnîmê hate gotin, “van kesan bi rêya fezatiya sîber têkilî bi efserên Mossadê re danîn.
Di mijara operasyonên terorê û çalakiyên tacîzê de perwerde dîtin û vegeriyan welêt.”



