Li Pakrewangeha Şehîd Dijwar merasîmek hat organîzekirin. Di merasîmê de şehîd Elai Hesekê oxir kirin û nasnameya şehîd Şivan îlan kirin.
Merasîmç bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî wê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulê Mihemed axivî û got: “Em bejna xwe li beramberî şehîdan ditewînin. Şehîdên me ji pêkhateya Ereb in û ji bo projeya neteweya demokratîk canê xwe feda kir. Gelek alî hene ku dixwazin fitneyê bixin navbera pêkhateyên herêmê û dawî li projeya neteweya demokratîk bînin. Em ê rêça şehîdan bişopînin û xwedî li projeyê neteweya demokratîk derkevin.”
Her wiha endama Meclisa Leşkerî Agirî Hesekê axivî û got: “Ez sersaxiyê ji malbata her du şehîdan re dixwazim. Şehîdan canê xwe ji bo rûmeta me feda kir û em bejna xwe li ber wan ditewînin. Em her tim ji bo parastina deskeftiyên xwe tê bikoşin.”
Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd Şivan hat ragihandin û wesîqeya wî radestî malbata wî kirin. Wesîqeya şehîd Elai Hesekê jî hate xwendin û cenazeyê wî spartin axê.



