Bi hezaran kes bi hêviya jiyaneke çêtir dest bi rêwîtiyên xwe dikin…
Lêbelê, beşek mezin ji van rêwîtiyên hêvîdar bi trajediyê bi dawî dibin.
NY dibêje 2025’an li seranserê cîhanê nêzî 8 hezar koçberan jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûne.
Daneyên herî dawî yên ku ji aliyê Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ve hatine weşandin careke din trajediya li ser rêya koçberiyê raxist berçavan.
Li gorî daneyên hatîn parvekirin, par bi qasî 8 hezar kes li ser rêyên koçberiyê mirine an winda bûne.
Bi van hejmaran, hejmara kesên ku ji sala 2014’an ve li ser rêyên koçberiyê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 82 hezarî.
Her çend li gorî sala borî kêmbûnek di hejmaran de hebe jî, pispor bawer dikin ku ev dane bi tevahî rastiyê nîşan nade.
Ji ber ku herî kêm hezar û 500 bûyerên gumanbar ên din hene ku nayên piştrast kirin.
Rêjeyên mirinê yên herî bilind li ser rêyên koçberiyê yên ku ber bi Ewropayê ve diçin hatine tomar kirin.
Bi taybetî rêyên deryayî di nav rêyên herî xeternak de ne.
Ji her 10 bûyeran çar kes li ser van rêyan çêdibin.
Rêxistinê ragihand ku tenê ji destpêka salê ve hezar û 723 kes li ser rêya koçberiyê mirin an jî winda bûn.



