Li gorî yasayên Sûriyeyê parêzgarê Hesekê rayedarê herî payebilind ê herêmê ye.
Dikare rola xwe di aliyên îdarî û rêveberiyê de pêk bîne.
Lê tiştên li ser erdê xuya dikin, ev rol pêk nayê.
Vê jî rê li ber pirsa “Gelo parêzger tê astengkirin?” vekir.
Di aliyê îdarî de, Sûriye ji 14 parêzgehan pêk tê. Her parêzgeh ji aliyê parêzgar ve tê birêvebirin.
Parêzgar erkê wî temsîlkirina desthilata navendî û birêvebirina karûbarên wê ye.
Di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê de, lihevkirin çêbû ku parêzgarê Hesekê ji hêla QSD’ê ve were diyarkirin.
Li ser vê yekê bi birayra hikumeta demkî Nûredîn Ehmed wekî parêzgarê Hesekê hat ragihandin.
Tevî ku parêzgarê Hesekê beriya derxisetina birayra fermî ya tayînkirina wî dest bi wezîfeya xwe kiribû,
Lê heya niha mîna parêzgarên din, nikare rola xwe bi cih bîne.
Erk û rayeyên parêzgar li gorî qanûnên rêveberiya herêmî
Li gorî qanûnên rêveberiya herêmî, erk û rayeyên parêzgar ev in:
Nûnerê desthilata navendî li parêzgehê, berpirsiyarê pêkanîna polîtîkayên hikumetê li ser erdê ye.
Serokê dezgehên rêveberiyê xwecih e.
Di rêxistinkirina xebatê di navbera gerînenetiyên hikumetê yên di nav parêzgehê de roleke girîng dilîze.
Parêzgar di pêşniyarkirin û tayînkirina serokên herêman û navçeyan de tevkarekî bi bandor e.
Pêşniyaran ji rayedarên têkildar re dişîne û pêkanîna wan bi hevrêziya bi wezaretên têkildar re dişopîne.
Parêzgeha Hesekê, erdnîgarî û îdarî
Parêzgeha Hesekê di aliyê erdnîgarî û îdarî de ji herêm, navçe, bajarok û gundan pêk tê.
Herêmên sereke ku yekîneyên îdarî yên mezin in ji 5 herêman:
Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Serêkaniyê û Şedadê pêk tê.
Rola parêzgarê Hesekê tê astengkirin
Parêzgarê Hesekê ji dema hatiye tayînkirin rola û mîsyona wî bi taybetî di aliyê tayînkirina rêveberên herêm,
Navçe û gerînendetiyên wezaretan de tê astengkirin.
Bo nimune di tayînkirina nûnerê herêmên Serêkaniyê û Şedadê, vekirina deriyê til Koçerê de,
Her wiha di çalakiyên fermî yên li her du deveran pêk hatin de ne amade bû.
Her wiha rêveberên gerînendetiyên parêzgehê bêyî ku rola parêzgar hebe hat tayînkirin.
Li gorî parêzgehên din
Li parêzgehên wekî Idlib, Hema, Heleb û Şamê, parêzgar erkên xwe bi berfirehî pêk tînin.
Ji pêşniyarkirin û hevrêzkirina tayînkirina serokên navçe û herêman bigire heya hevrêzkirina bi wezaretan re.
Ev kargêrî beşek ji mekanîzmayên rêxistinî yên ku di pergala rêveberiya herêmî de hatine pejirandin in.
Lêbelê, li Hesekê, berdewamkirina paşguhkirina rola parêzgar di van mijaran de,
Li ser li ser bandora rêveberiya xizmetê li parêzgehê û hêza wê ya gelek pirs û gumann derdixe holê.



