Leşkerên artêşa Tirk li nêzî bajarê Girê Spî, li ser sînorên Tirkiyê û Sûriyeyê, 11 kesên ku hewl dida derbasî Tirkiyeyê bibin, girtin û îşkence lê kirin.
Duh 11 kes ku piraniya wan zarok bûn, li nêzîkî bajarê Girê Spî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê dema ku hewl dida derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin giritin û îşkence lê hat kirin.
Li gorî agahiyan, piraniya wan ji bajarên Heleb, Hesekê û Şedadiyê ne.
Dîmen û wêneyên ku ji hêla ajansa me ve hatine bidestxistin, şûna îşkence û lêdana giran li ser laşên wan nîşan didin. Her wiha li ser laşên wan şûna lêdana bi amûrên tûj û şewitandinê xuya dike.
Leşkerên Tirk her wiha hemû tiştên wan ên kesane, pere, telefonên destan û cil û bergên wan desteser kirin.
Piştî ku hatin îşkencekirin, leşkeran ew avêtin aliyê Sûriyeyê, li wir xelkê herêmê alîkariya wan kir û cil û berg û alîkarî dan wan û ew veguhastin nexweşxaneyan.



